Buteflîka îstîfa kir

Serokomarê Cezayîrê Abdulazîz Buteflîka bi daxuyanîya ku belav kir îstîfaya xwe daxuyand.

Hat ragihandin Serokomarê Cezayîrê Abdulazîz Buteflîka  bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew  dev ji wezîfeya xwe berdaye û îstîfa kiriye.

Doh daxuyanîyeke fermî ji teref Serokomartîyê ve hatibû belavkirin û hatibû destnîşankirin ew ê Buteflîka berîya 28ê Nîsanê îstîfa bike û ev îstîfakirin dê “ ji bo domdarîya sazîyên dewletê yên di heyama derbasbûnê de” bê kirin.

Abdulzîz Buteflîkayê ku ev 20 sal in serokomartîya Cezayîrê dike ji ber xwepêşanên gel namzedîya xwe ya heyama 5emîn vekişandibû;lê belê îstîfa nekiribû. Ji ber xwepêşanên ku bênavber berdewam kirin Buteflîka mecbûr ma ku îstîfa bike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn