Çad sînora xwe ya Lîbyayê girt

Wezîrê Ewlehîyê yê ÇadêMuhammed Eba Elî Salah destnîşan kir ew ji ber hinceta ewlehîyê sînora xwe ya ber sîbora Lîbyayê girtine.

Ji teref Wezîrê Ewlehîyê yê Çadê  Muhammed Eba Elî Salah ve hat destnîşankirin ew ji ber hinceta ewlehîyê sînora xwe ya ber sîbora Lîbyayê girtine.

Elî Salah di daxuyanîya ku da televîzyonekê de destnîşan kir ew sînora ku ew dane girtin di van pêlên dawî de karkerên madenê û endamên artêşê pev diçûn ku ev jî aramî û hizûra herêmê xera dikir.

Salah di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew herêma ku lê sînor hatiye girtin ji hêla zêr ve gelek dewlemend e ku ji ber vê yekê gelek însan tên vê herêmê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev herêm bûbû warê îsyankar û terorîstan. Temamê kesên ku dê li vê herêmê bê dîtin dê wek terorîst bê hesibandin.”

Salah di daxuyanîya xwe ya ku berî niha belav kiribû de jî diyar kiribû ku li herêmê lêgerîna zêran hatiye qedexekirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir