Çavuşoglu: Amerîka cardin hiqûqa navneteweyî binpê kir

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu derbarê qerara Amerîka ya naskirina îşxala Girên Golanê ya ji teref siyonîstan ve de destnîşan kir “Amerîka cardin hiqûqa navneteweyî binpê kir.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump îşxala çeteyên siyonîst û terorîst a li Girên Golanê bi şikleke fermî nas kir. Trump qerarnameya ku pê desthilatdarîya siyonîstan a li Girên Golên tê naskirin îmze kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu derbarê naskirina vê îşxala siyonîstan de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir. Çavuşoglu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Amerîka cardin hiqûqa navneteweyî binpê kir. Lê belê ev qerar dê îlhaka ku ji teref îsraîlê ve hatiye kirin meşrû neke. Berewajî ew ê ev yek li ber hewldanên aştîyê ya li Rojhilata Navîn bibe asteng û dê li herêmê rageşîyê zêde bike.”(ÎLKHA) 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e