Çavuşoglu û Kalin ji Netanyahu re bertek nîşan dan

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin ji daxuyanîya îlhaqa Şerîaya Rojava ya Netanyahu re bertek nîşan dan.

Netanyahuyê Serokwezîrê îsraîlê îşxalker û terorîst di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ger ew di hilbijartinan de bi ser keve ew ê wargehên li Şerîaya Rojava îlhaq bike.

Ji ber vê daxuyanîya Netanyahuyê Serokwezîrê îsraîlê îşxalker û terorîst, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin ji daxuyanîya îlhaqa Şerîaya Rojava ya Netanyahu re bertek nîşan dan.

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir “ Şerîaya Rojava  ya ku di bin îşxala îsraîl de ye axa Filistînê ye. Ew daxuyanîyên ku ji teref Netanyahu ve berîya hilbijartinan hatine kirin ew ê vê rastîyê neguherîne.”

Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin jî di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de wiha got: “ Netanyahû bi vê daxuyanîya xwe dixwaze îşxala ku ji teref wan ve hatiye kirin meşrû bike û zirarê bide çareserîya bi du dewletî. Gelo Netanyahu cardin bê hilbijartin ew ê ev yek bibe zafera demokrasî ye yan zafera îşxalê? Gelo ew ê demokrasîyên Rojavayî ji vê yekê re bertek nîşan bidin an ew ê ji hêsankirinê re berdewam bikin? Xwelî li serê tevekan be.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin