Ceribandina “mûşeka bi menzîla bêdawî” bi ser neket

Ceribandina “mûşeka bi menzîla bêdawî” ya ku di wan mehên borî de Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn qala wê kiribû bi ser neket.

Di wan mehên borî de Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn di daxuyanîya ku belav kiribû de destnîşan kiribû ku ew mûşekek hilberandina ku pê dikarin hema hedefên li her derê cîhanê bixin. Li gor çapemenîya Îngîlîzan ceribandina vê mûşekê bi ser neketiye.

Li gor çavkanîyên îstîxbaratê yên Amerîkayê bi mûşekan 4 caran ceribandin hatiye kirin, lê belê di her 4 caran de jî serketin çênebûye.

Derbarê mijarê de ji teref rayedarên Rûsî ve heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir