Ceseda qîza windabûyî di çalê de hat dîtin

Qîza ciwan a ku berî vê du mehan winda bûbû di çalekê de hat dîtin, derbarê mijarê de 6 kesên şikdar hatin binçavkirin.

Qîza 18 salî ya klu berî vê 2 mehan li Midyada Mêrdînê wida bûbû di çalekê de hat dîtin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Taxa Turgutluyê ji ber ku bêhn ji çalekê hat nîştecih xeber dan cendirmeyan. Hat hînbûn kesên ku îxbarê kiriye kesekî şivan e. Piştî ku xeber hat dayîn yekîneyên cendirmeyan xebat hat destpêkirin. Di encama xebatê de ceseda aîdî qîza 18 salî ji çalê hat derxistin.

Hat tespîtkirin cesed a Gulpinara Kizilkaya ya ku berî vê 2 mehan winda bûye ye.

Bo otopsîyê cesed hat birin mîrîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Tê diyarkirin dibe ku qîz piştî ku hatiye revandin hatibe kuştin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir