Cesedê Kaşikçi hat perçekirin û ji holê hat rakirin

Di daxuyanîya ku ji teref Serdozgerîya Komere ya Stenbolê ve hat dayîn de, hat diyarkirin cesedê Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi piştî ku hat kuştin re hat parçekirin û dû re ji holê hat rakirin.

Derbarê kuştina Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçiyê ku di Konsulxaneya Siûdî ya li Stenbolê de hat kuştin de ji teref Serdozgerîya Komere ya Stenbolê ve daxuyanîyek hat dayîn.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Serdozgerîya Komere ya Stenbolê destnîşan kir Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi di çarçoveya plana ku berî niha hatibû kirin de çawa ku têkete konsulxanê hat kuştin. Di berdewama daxuyanîyê bal hat kişandin li ser şêwaza kuştina Kaşikçi û wiha hat gotin: “ Kaşikçi piştî ku hat kuştin re, cesedê wî hat parçekirin û dû re jî ji holê hat rakirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû