Çîn dê guh nede qerara Amerîka ya derbarê Îranê de

Çîn bi daxuyanîya ku belav kir ew ê guh nede qerara Amerîka ya derbarê Îranê û dê pêwendîya wan a îqtîsadî berdewam bike.

Berî niha derbarê mijarê de ji teref Qesra Spî ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ew ê muafîyeta Çîn, Japonya, Hindistan, Koreya Başûr, Tayvan, Tirkîye, Îtalya û Yewnanistanê ya di warê mueyyîdeyên li ser Îranê de bi dawî bikin.

Piştî vê daxuyanîya Amerîka 8 welatên ku pêwendîyên wan a îqtîsadî bi Îranê re hene ji qerara Amerîka re bertek nîşan dan.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Geng Shuang derbarê mijarê de daxuyanîyek da.

Shuang di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir Çîn dijberê qerarên Amerîka ye, ew ê Çîn pêwendîyên xwe yên aborî bi Îranê re bidomîne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin