Çîn, Mislimanan di fabrîkayan de wek koleyan dixebitîne

Derket holê birêveberîya komunîst a Çînê ya ku Mislimanên Uygur di kampên berhevkirinê kom dike, Mislimanan di fabrîkayan de wek koleyan dide xebitandin.

Hat ragihandin  birêveberîya komunîst a Çînê ya ku Mislimanên Uygur di kampên berhevkirinê de kom dike û zilmên cûrbecûr li wan dike, Mislimanan di fabrîkayan de wek koleyan dide xebitandin.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî milyonek Mislimanên Uygur ên ku ji teref Partîya Komunîst a Çînê ve di kampan de tên girtin bi zorê û bi gefxwarinan  di fabrîkayan de tên xebitandin.

Ew kampên bi navê gulag ên ku di  heyama Yekîtîya Sovyetan de hatin damezrandin li Çînê bi navê laojîao hatin binavkirin. Di sala 2013an de di rê û rêgezên van kampan de verastkirin hatin kirin û li van kampan kesên Misliman bi doktrînên Komunîst û îşkenceyan tên asîmîlekirin.

 Di dîmenên ku ji stalaytê hatine girtin de tê dîtin kampên  berhevkirinê yên ku li çolên Tirkistana Rojhilat hatine damezrandin û tê de  bi sedhezaran Mislimanan  tên girtin di nava sala dawî de 3 qet mezintir bûne.

Li gor Neteweyên Yekbûyî nêzî milyonek Mislimanên Uygur di bin navê “navendên perwerdehîyê” de li van kampan tên girtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e