Li Muglayê di dema paqijkirina Santrala Termîk ya Yataganê de hezaz qewimîbû. Piştî xebata ku 8 seatan berdewam kir, ekîbên rizgarkirinê gîhan cinazê kesekî ku mehsûr mabû.
Piştî hezazê ji bo rizgarkirina kesên di bin hezazê de mane, ekîb hatin wezîfedarkirin. Di encama xebatan de ji 12 kesan 10 kes hatin rizgarkirin û ji bo rizgarkirina 2 kesên din jî xebat berdewam dikin. Di encama xebatên ekîbên AFAD, UMKE û AKUTê de cinazê karkerekî windayî hat dîtin û ji bin hezazê hat derxistin.
Ji bo kesekî dibin hezazê de maye bê derxistin bê navber xebat didomin.
ÎLKHA