Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavûz piştî ku encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin beşdarî bernameya ku di Rehber TV de hat tertîpkirin bû û derbarê encamên hilbijartinê de nirxandinên girîng kir.
Yavûz, di berdewama axavtina xwe de wiha got, “Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku ev encamên hilbijartinê dê ji bo memleketê me, ji bo alema Îslamê bibe wesîla xêr û bereketê.”
Yavûz wiha got, “Civaka Tirkîye li gotina HUDA PARê ya ‘Pêşî însan ewil edalet’ xwedî derket û ji çar terefê memleket ji herî bajarî deng ji HUDA PARê re hat. Ez veya wek pêşeroja Tirkîyê weq qezenceke mihîm dibînim. Di gel bi bi îmkan û derfetên kêm xebatên hilbijartinê kir jî ez ji temamê dil da û endamên partîya me re teşekur dikim. Emê tiştê ji destê me bê bikim, xwedîyê encaman Xwedaye.”
“Me pêvajoyeke sîyasî ya helal pêşve bir”
Yavûz, destnîşan kir ku bi minasebeta encamên hilbijartinê 3 qezencên me çêbûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qezenca me ya ewil; me pêvajoyek helal bi rêve bir û propogandeyek helal kir. Me derow nekir, buxtan neavêt, me tenezulî heqaretan nekir û tu kes tekfîr nekir.
“HUDA PARê li giştîyê Tirkîyê ji 200 hezar dengî zêdetir girt”
Qezenca me ya ewil me di hilbijartinên 7ê Hezîranê de 70 hezar deng girtibû. Di gel agahîyên destê me ne yên fermî ne jî HUDA PARê li giştîyê Tirkîyê 200 hezar deng zêdetir girtîye. Ev jî tê wateya hejmara dengan sê qat kirinê. Heta niha li gor agahîyên gîhane destê me ji Ordûyê 1105, li Samsûnê 1164, li Nevşehîrê 521, ku Sînopê, 385, li Sakarya, 792, ku Rîze me 218 deng girtîye. Li gor hilbijartinên 7ê Hezîranê me li Semsûrê çend qat zêdet dengên me girtibû girtîye û li Rihayê jî mala Xwedê avabe me du qatê berê girtîye.
“Ez ji milletê me yên ev tevecuh daye me, Milletê Îbrahîm re ji dil teşekur dikim”
Ev peyameke nû ye. Civaka Tirkîye ya Laz, Çarkez, Tirk, Kurd, Ereb, Arnavût, Boşnaq, yên Herêma Rojhilata Navîn, Deryaya Reş û li Herêma Rojhilata Navîn eleqeyek mezin nîşanî HUDA PARê dan. Berya niha me bi îmkan û derfetên kêm propoganda dikir, vê carê me li ser çend televîzyonan armanc û daxwazên xwe bi gelê xwe re parve kir û me teva encamên wê dît. Ev ji bo pêşeroja Tirkîyê qezenceke baş e. Dema me digot îhtîyacên Tirkîye bi HUDA PARê heye me ev digot. Ez ji milletê me yê ev tevecuh daye me, Milletê Îbrahîm re ji dil teşekur dikim.”
“Hêleke me li Diyarbekir hêla me ya din jî li Stenbolê ye”
Ji hêla me qezenca sisîya jî; ji temamê hêlên memleketên me ji HUDA PARê rê deng derket. Dema em vê li ber çavan bigre ev tê wateya hêleke me li Diyarbekirê, hêla me ya din jî li Stenbolê ye. Dema em dibêjin hêleke me li Diyarbekirêyê, hêla me ya din jî li Stenbolêye em tam jî veya dibêjin. Dema me xebatên hilbijartinên dikir em rastî gelk tiştan hatin. Hin kesan zimanê kîn û nefretê, hin kesan zimanê dabeşkirin û yê cudahîyê bi kar dianî, bi rastî vê em diltirs dikir. Lê belê partîya me di serî de bawerîya gelê me ji xwe re kirîye armanc û ya dudan refah û hizûra memleketê me ji xwe re kirîya referans û ya sîsyan jî me armac û daxwazên emeryalîstan yên li ser memleketê me ji xwere kir derd û di vî warî de îqaz û hişyarîyên xwe kir û ji bo em biratîya zirar dîtîye tesîs bikin xebitîn. Di vî warî de ev xebata me ya sîsîyan ji bo me qezenceke baş e.”
Ji Serokomar Erdogan ji bo HUDA PARê teşekur
Yavûz di berdewama axavtina xwe de îfade kir piştî encamên hilbijartinê eşkere bûn wî Serokomar Erdogan pîroz kirîye û wiha got, “Ez ji bi têlefonê li wî (Serokomar Erdogan) gerîyam û min serkeftina wî pîroz kir. Di vî warî de jî Serokomar ji temamê kesên piştgirîya wî kir re teşekur kir. Bi taybetî peyameke wî ya ji ber piştgirîya birayên min yên ji HUDA PARe re teşekur kir û îfade kir ku ez hêvî dikim ev sîstema nû dê ji bo memleketê me, ji bo milletê me û ji bo alema Îslamê wê bibe wesîla xêrann.”
Yavûz, bi bîrxist ku AK Partîyê li gor hilbijartinên 1ê Mijdarê deng winda kirîye û îfade kir ku sedema vê yekê di demên dawî de bi karanîna zimanê cûdahîyê û mexdûrkirina hin welatîyan e.
“Welatîyan AK Partî ciza kirîye”
Yavûz, wiha li axavtina xwe zêde kir, “Ji ber ku bi biryarnameyên bi hikme qanûnan cudahî nayên xistin navbera kesên sûcdar û yên mehsûm gelek welatîyên me tên mexdûrkirin. Ev kêmbûna dengan ya 6-7 pûanan ewe ku welatîyan ciza kir. Heger hikumet vê yekê çareser neke ev cizakirinê zêdet bibe. Bi rastî ev peyameke zaf mihîm e. Heger AK Partî vê xeletîya xwe rast neke bi rastî wê marûzî sileyek bi şiddetir bibe.”
“Ez dixwazim vê mizgînîyê bidim di hilbijartineke din de pirsgirêka HUDA PARê ya bendê tineye”
Yavûz, di dawîya axavtina xwe de wiha got, “Di gel temamê îmkanên kêm HUDA PARê dengên xwe zêde kir. Dema di temsîlîyetê de edalet bê sazkirin bi îzna Xweda HUDA PARê di hilbijartineke din de benda hilbijartinê derbasbike. Ez bi temamê bawerî û samîmîyeta xwe dixwazim vê mizgînîyê bidim civaka Tirkîye.”
ÎLKHA