Danezana bêedeb a li Fransa hat tel’înkirin

Di daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî ya ku li Diyarbekirê hat tertîpkirin de hat destnîşankirin li dijî wan êrîşên ku li hember pîrozbahîyên Îslamê tên kirin nîşandana berteka herî bi hêz wezîfeya temamê Mislimanan e.

Berî vê çendakî Serokkomarê berê yê Fransayê Nîcolas Sarkozy jî di nav de 300 kesên Fransiz danezanek belav kirin da ku ji Qur’ana Kerîm hinek ayet bên derxistin. Ev danezana bêedeb û kustax li Diyarbekirê hat tel’înkirin.

Di daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî ya ku ji teref sazîyên civakî yên siwîl ve hat tertîpkirin de hat destnîşankirin li dijî wan êrîşên ku li hember pîrozbahîyên Îslamê tên kirin nîşandana berteka herî bi hêz wezîfeya temamê Mislimanan e.

Deqa daxuyanîya çapemenîyê li ser navê sazîyên civakî yên siwîl ji teref Mehmet Şîmşek ve piştî nimêja înê li ber devê Mizgefta Mezin hat xwendin.

Şîmşek di daxuyanîya ku xwend de destnîşan kir dabeşbûna fikrî û şerên naxweyî yên li ser erdnigarîya Îslamê dagirkerên ku dijminê Îslamê wêrek dikin û ev yek dibe sedema qatlîam û îşxalên nû. Şîmşek dû re wiha got: “Ji alîyekî ve Amerîka û ji alîyê din ve Fransa digel siyonîstan di nav hevkarîyê de ne û êrîşên nû dikin. Ji ber ku welatên Îslamê reaksîyoneke bi qewet û tesîr nîşan nadin Amerîka qerara barkirina balyozxaneya xwe ya li Telavîvê li Qudsê da.”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de wiha got: “ Hakimîyeta van zalimên ku xwîna Mislimanan diherikenin dê heta heta berdewam neke. Heqîqetek e ku li pey helwesta Fransa ya derbarê Qur’anê de siyonîst hene.”(ÎLKHA)
































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû