Dapîra fedakar a mehkûmê Yûsufî çû rehma Xwedê

Fatma Kalkana dapîra mehkûmê Yûsufî yê bi navê Ramazan Kalkanê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatiye girtin, li nexweşxaneya ku lê hat rakirin digel temamê midaxeleyan çû rehma Xwedê.

Remezan Kalkanê mehkûmê Yûsufî ev bi salan e ku ji ber nasname û hesasîyetên xwe yên Îslamî di girtîgehê tê girtin.  Ji ber ku dêya Remezan Kalkanî hê dema ku ew biçûk rehmet kir, Fatma Kalkana ku dapîra wî ye bi salan lê mêze kir û lê xwedîtî kir. Dapîra Fatma berî niha ji ber nexweşîya xwe hatibû rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn, Fatma Kalkana ku hatibû rakirin nexweşxanê, bi hesreta  nevîyê xwe îro çû rehma Xwedê.

Remezan Kalkan hêj dema ku 17 salî bû ji ber nasnameya xwe ya Îslamî û ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî bi kumpas û komployan hat girtin û ji wê rojê ve mexdûrîyeta wî berdewam dike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn