Darbekerên Misirê 9 xortên ku endamê Îxwanê bûn şehîd kirin

9 xortên endamên Îxwanul Muslîmun ên ku li Misirê ji êrîşa bombeyî ya ku li Serdozgerê Misirê Hîşam Berekat hatiye kirin tên sûcdarkirin hatin îdamkirin.

Hat ragihandin 9 xortên endamên Îxwanul Muslîmun ên ku li Misirê ji êrîşa bombeyî ya ku li Serdozgerê Misirê Hîşam Berekat hatiye kirin tên sûcdarkirin û derbarê wan de ji teref darbekeran ve qerara îdamê hatibû dayîn, doh serê şeveqê li Girtîgeha Îstînafê ya Qahîrê hatin şehîdkirin.

Di nav kesên ku  hatin şehîdkirin de lawê Muhammed Taha Wehdanê Endamê Ofîsa  Rêbertîyê ya Îxwanul Muslîmun jî heye.

Navên xortên ku ji teref da darbekeran ve li Misirê hatin şehîdkirin wisa ye:

Ehmed Taha, Ebul Qasim Ehmed, Ehmed Cemal Hîcazî, Mahmud el-Ehmedî, Ebu Bekr es-Seyyîd, Abdurrahman Suleyman, Ehmed Muhammed, Ehmed Mahrus Seyyîd û Îslam Muhammed.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e