Dê mamosteyên bi hevpeyman bên tayînkirin

Li gor daxuyanîya ji teref Wezareta Perwerdeya Millî ve hat kirin hat îfade kirin ku dê 5 hezar mamosteyên bi hevpeyman yên nû bên tayînkirin.

Li gor daxuyanîya ji teref Wezareta Perwerdeya Millî (MEB) ya ku bi nivîskî hat kirin de hat îfade kirin mamosteyên di saziyên fermî yên Wezaretê de li hember dersên zêde wezîfê dikin dê ji wan 5 hezar mamostyên bi hevpeyman yên nû bên tayînkirin.

Ji bo serlêdanan divê mamosteyan di dibisanên MEBê de di navbera salên 2017-2018dan de wezîfe kiribin. Divê di Ezmûna Hilbijartina Personelên Kamûyê ya (KPSS)ê de ji 50 pûanî zêdetir girtibin.

Di berdewama daxuyanîyê de cîh hat dayîn van agahîyan: “Divê kesên serli vê yekê bidin sûcekî li hember desletê nekiribin û dê li gor hajmara 657 ya qanûna 4/B bên wezîfedarkirin.

Serlêdanên mamosteyên bi hevpeyman dê bi îmtîhana devikî û li gor kontenjanan bên tayînkirin. Kesên ku dixwazin ser lê bidin dikarin li ser malpera http://meb.gov.tr - http://ikgm.meb.gov.tr di qismê îlanan de vekolîn bikin. 

Tayîn kirina 5 hezar mamosteyên nû, dê li gor Ezmûna Hilbijartina Personelên Kamûyê ya (KPSS)ê ya 2018an bê wezîfedarkirin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir