Dê meaş û îkramîya emekdaran berya îdê bê dayîn

Wezîra Xebat û Ewlehiya Civakî Sarieroglû, îfade kir ku meaş û îkramîyeya emekdaran hatîye pêşxistin û dê zûtir bê dayîn.

Wezîra Xebat û Ewlehiya Civakî Julîde Sarieroglû, dîrako dayîna ji bo emekdaran îkramîya 1000 lîreyî ya berya Cejna Remezanê eşkere kir.  

Di daxuyanîya ji teref Sarieroglûyê de cîh hat dayîn van agahîyan: “

Em ê îkramiyeyên kesên ji Bag-Kur û Sandoqa Emekdaran teqawîd bûne di 7ê Hezîrana 2018an de û kesên ji SSKyê jî emekdar bûne di 8ê Hezîrana 2018an da bidin.

Emê meaşên kesên ji Sandoqa Emekdaran emekdar bûne di navbera 1 û 5ê mehê de û miaşên kesên ji SSK û Bag-Kurê emekdar bûne jî di navbera 11-12-13ê Hezîranê da bidin.”

Berya Cejna Qurbanê jî ji bo emekdaran 1000 lîre îkramîyeyê bê dayîn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e