Dê û pitika wê ya ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin hatin definkirin

Dê û pitika wê ya ku li Gevera Colemêrgê ji teref PKKyîyan ve hatin qetilkirin bi merasîma ku tertîpkirin li Sêwasê hatin definkirin.

Berî vê çend rojan li Gevera Colemêrgê di dema derbasbûna wesayîtekê de PKKyîyan teqemînaya ku li ber rê bi cî kiribûn teqandin. Di encama teqandinê de xanim û zarokê 11 mehî yê leşkerekî jiyana xwe ji dest dan. Bo van her du kesên ku li Colemêrgê hatin qetilkirin doh bi beşdarbûna Serokomar Erdogan û gelek rayedaran merasîma cinazê hat tertîpkirin.

Serokomar Erdoganê ku beşdarî merasîmê bû di merasîmê de wiha axivî: “Hûn hesasîyeta min ya derbarê îdamê de dizanin. Ger bê parlementoyê û jê derbas bibe, ez ê jî tesdîq bikim. Em cihê van qatilan dizanin kû der e. Em dizanin ku qisasa vê yekê ji wan divê bê standin. Di demeke nêz de em ê di vî warî de gavinan bavêjin. Di vî warî em ê ne li gor Hans, li gor Xweda  hereket bikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn