Defîneger di cihê ku kolan de mahsûr man

Li Îznîka navçeya Bûrsayê 7 defînegerên ku li defîneyê digerîyan di cihê ku kolan de asê man.

Hat ragihandin li Îznîka navçeya Bûrsayê 7 defînegerên ku li defîneyê digerîyan di cihê ku kolan de asê man. Di encama xebatên ku hatin kirin de 7 kesên ku mahsûr man hatin rizgarkirin û bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Digel temamê mudaxeleyan defînegerek li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin defîneger dema ku li defîneyê digeriyan jenerator bi kar anîne û ji ber dûyê jeneratorê tesîrdar bûne.

Tê diyarkirin 4 kesên ku li derve çavdêrîya defînegeran dikirin dema ku bûyer qewimî ji cihê bûyerê revîyane ku ew 4 kes jî hatine binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn