Encamên sê laboratuwarên cuda ew ê bên berawirdkirin
Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwasê Prof. Dr. Cenker Atila û lêkolînerê Amerîkî Andrew Jones li herêmê xebatên zanistî dimeşînin. Prof. Dr. Atila encamên ewil ên Karbon 14 nirxand û diyar kir ku dîrokên hatine bidestxistin bi dîroka Tofana Nûh a di nivîsên pîroz de re li hev dikin. Atila wiha got: "Tê fikirîn ku Tofana Nûh di salên 2300î yên (BZ) de pêk hatiye; dîroka me ya karbonê jî tam îşaret bi heman dîrokê dike." Atila da zanîn ku ew li benda encamên TUBÎTAKê ne û ew ê di meha Çileyê de ji bo analîza sêyemîn biçe Swêdê.
"Gaveke wêrek a ber bi pêş ve"
Lêkolîner Andrew Jones jî ragihand ku du mînakên li Emrîkayê hatine testkirin ji 4 hezar salan kevntir in û ev yek wekî "gaveke wêrek a ber bi pêş ve" bi nav kir. Jones derbarê merhayela bê de wiha got: "Pêşîniya me ya bê ew e ku em cureyê dar, bermahiyên ziftê û gelo ev malzeme aîdî avahiyekê ye yan na, tespît bikin."
Xebatên kolandinê ew ê bi erêkirina Tirkîyeyê bên meşandin
Jones destnîşan kir ku ger delîl avahiyeke keştiya kevnar piştrast bikin, ew ê derbasî kolandinên armanckirî bibin û got: "Her xebateke kolandinê ew ê girêdayî erêkirina rayedarên Tirkîyeyê be û wê ji aliyê Prof. Dr. Cenker Atila û ekîba wî ve bê birêvebirin." Her wiha tekez kir ku berî derxistina darên kevnar, divê plana parastina wan bê kirin. (ÎLKHA)