Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Divê qadên ruxseta komirê yên li Şirnexê bên tengkirin
Serokê Karên Sîyasî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di Komîsyona KÎTê ya Meclisê de pirsgirêkên sektora madenê û tesîrên wê yên li ser Şirnexê anîn rojevê.
Demîr bal kişand ser berfirehiya qadên ruxsetê ya li Şirnexê û wiha got: "Binê navenda bajêr û kampusa zanîngehê jî wekî 'qada rezerva komirê' hatiye nîşandan." Demîr diyar kir ku ev rewş hem ji bo jiyana bajêr û hem jî ji bo jîngehê dibe sedema pirsgirêkan, lewma "divê qadên ruxsetê bên tengkirin." Her wiha da zanîn ku ji ber gilî, îtîraz û "nakokiyên burokratîk", karê li kanên komirê bi rêjeyeke mezin rawestiyaye.
Demîr li ser talûkeya "têkelbûna bermahiyên madenê bi çavkaniyên avê re" jî rawestiya û diyar kir ku xebatên parzûnkirinê (arîtma) yên ku li bajêr hatibûn destpêkirin nîvco mane û divê bên temamkirin. Di dawiya axaftina xwe de bang kir ku di xebatên madenê de "ewlehiya mirovan" û "pêşîgirtina li qirêjiya jîngehê" li pêş bên girtin û ruxsetên li Şirnexê ji nû ve bên nirxandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.