10 zarok û 3 karmendên ku li Boluyê winda bûbûn hatin dîtin

10 zarok û 3 karmendên ku li Boluyê winda bûbûn hatin dîtin

Wesayîta ku 10 zarok û 3 karmendên wê hebûn û li herêma Yedîgoller a Boluyê winda bûbûn, di nav zozanekê de asê mabû, hat dîtin.

Ji bo 10 keçên 14-17 salî û 3 karmendên Kompleksa Malên Zarokan a Qocaelîyê seferek rojekî bo Parka Xwezayî ya Bolu Yedîgoller Golcûkê hate lidarxistin.

Piştî ku têkiliya bi wesayîta ku zarok û karmendan di rêya vegerê de hildigirt qut bû, li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hate destpêkirin.

Di encama hewldanan de, 10 zarok û 3 karmendên di wesayîta ku di zozanê de asê mabûn de hatin gihîştin wir.

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş got, "Şikir ji Xwedê re, me xeberek baş wergirt. Zarokên me û hemû ekîba me sax in. Wesayît di zozanê de asê mabû. Rewşa wan pir, pir baş e."

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya zarok û karmendên li ser kar baş e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.