Derbarê 9 birêvebirên Îxwanê de qerara beraatê hat dayîn

Li Misirê lijneya mehkemê derbarê 9 birêvebirên paye bilidê Teşkîlata Birayên Misliman de qerara beraatê da.

Hat ragihandin Li Misirê lijneya mehkemê derbarê 9 birêvebirên paye bilid  ê Teşkîlata Birayên Misliman de qerara beraatê da. Di nav kesên ku derbarê wî de qerara beraatê hatiye dayîn de Muhammed Bedîîyê Serokê Konseya Rêbertîyê yê Teşkîlata Birayên Misliman jî heye.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di encama îtîraza ku hat kirin de Mehkemeya Temyîzê ya Gîzayê  derbarê Muhammed Bedîî, Muhammed el-Bîltacîyê bavê şehîd Esma el-Bîltacî, Isam Îryan, Basim Avdeyê wezîrê berê yê tedarikê, Safvet Hîcazî û 4 kesên din de qerara beraatê da.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn