Derbarê şewata li Beyogluyê de 2 kes hatin girtin

Di bergeha lêpirsîna şewata ku li Beyogluya Stenbolê di avahîyeke 5 qetî de derketibû û 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn de hatibû destpêkirin de 2 kes hatin girtin.

Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna şewata ku li Beyogluya Stenbolê di avahîyeke 5 qetî de derketibû û 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn de hatibû destpêkirin de 2 kes hatin girtin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Stenbolê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin O.Y.yê ku şikdarê şewatê ye li Hatayê hatiye girtin û apê wî yê bi navê Y.E.yê ku jê re bûbû alîkar da ku bireve jî hat binçavkirin.

O.E. û Y.E. ji teref mehkemê ve hatin girtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir