Derbarê xortê Misirî yê ku hat îadekirin de 8 polês ji wezîfê hatin dûrxistin

Derbarê xortê Misirî Ahmed Husseînê ku tê diyarkirin endamê Îxwanê ye û ji welatê xwe re hat îadekirin de 8 polês ji wezîfê hatin dûrxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Stenbolê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji bo hewadis bê lêkolînkirin komîsyoneke girêdayê walîtîyê hatiye wezîfedarkirin û 8 polêsên ku bi bûyerê re têkilîya wan heye ji wezîfê hatine dûrxistin.

Berî vê çendakî derket holê ku xortê Misirî yê bi navê Muhammed Abdulhafiz Huseyînê ku li Misirê jê re cezaya îdamê hatibû dayîn ji teref Tirkîyê ve ji Sîsîyê darbeker re hat îadekirin. Dîmenên xortê Misirî yê bi navê Muhammed Abdulhafiz Huseyînê ku ji teref Tirkîyê ve ji Sîsîyê darbeker re hat îadekirin derket holê. Di dîmenên ku derketin holê de tê dîtin ku xortê bi navê Muhammed Abdulhafiz Huseyînê ku endamê Îxwanê ye û jê re cezaya îdamê hatiye dayîn ji paşve hatiye kelepçekirin û bi rûniştekê ve hatiye girêdan.

Muhammed Abdulhafiz Huseyîn çendîna caran diyar kir ku ew endamê Îxwanê ye û li Misirê daraza darbeker jê re cezaya îdamê daye. Huseyînê ku strîna siyasî ji Tirkîyê teleb kir daxwaza wî nehat qebûlkirin û di 18ê Çileyê de ji Misirê re hat îadekirin.

Nivîskar-Lêkolîner Mufîd Yuksel ji vê îadekirinê re bertek nîşan da û dîmena îadekirina xortê Misirî ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî parve kir û destnîşan kir “Em ê li dijî van tiştên wisa qet bêdeng nemînin. Divê ew kesên ku berpirsê vî karî de ji wezîfê bên dûrxistin û derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.”

Derbarê mijarê de ji teref rayedaran ve hêj daxuyanîyek nehatiye dayîn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê