Dev Ji Esed Berdidin

Ji Mal û Merivên General Tlasê 45 Sûbay Ji Esed Qetiyan

Li gor xeberan ji ordiya Esed veqetîn dewam dike. Berî niha tuğgeneral Mustafa Tlas ji ordiyê qetiyabû û çûbû Erebîstanê. Hat îddîa kirin ku ji mal û merivên Tlasê 45 sûbay ji ordiya Esed qetiyane. Di nav wan de qomandarên tuğayekê Suheyr Tlas û Ramî Tlas jî hene. Hat îddîa kirin ku van kesan tevlî muxalîfan bûne. Tê gotin ku tuğgeneralek û 11 sûbayên pê re, do bişev derbasî Tirkiye bûne.

Li gor xebera AFPê jî hat îddîa kirin ku ordiya azad a Sûriye di navbera Heleb û sînorê Tirkiye de, devera Anadana stratejîk bidestxistiye.Der heqê hakimiyeta li herêma Selahaddînê, xeberên nakokî tên gotin.

Li aliyê din, sewkiyata eskeriya Tirkiye bi bal sînorê Sûriye ve, dewam dike. Ji İntabê konvoya ku muhîmmat û esker hilgirtiye û wê li sînorê Kîlîsê bicîh bibe, derket rê. Berî niha bataryayên fuzeyên Stînger, li sînor hatibûn bicîhkirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be