Di 8 mehan de 48 ton esrar û 12 ton eroîn hat bidestxistin

Di operasyonên ku di 8 mehên ewil ên sala 2018an hatin lidarxisin de tevde 48 ton esrar û 12 ton eroîn hat bidestxistin.

Hat ragihandin di encama operasyonên ku ji teref ewlehî û cendirmeyan ve di 8 ewil a sala 2018an hatin lidarxistin de 48 ton esrar û 12 ton eroîn hat bidestxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di encama operasyonên ku ji teref ewlehî û cendirmeyan ve di 8 ewil a salan 2018an de li dijî tiryakfiroşan hatin lidarxistin de 48 ton esrar û 11  ton 983 eroîn hat bidestxistin.

Her wisa di daxuyanîyê de hat diyarkirin di 8 mehan de tevde 94 hezar û 853 operasyon hatin lidarxistin û di van operasyoanan de ji bilî eroîn û esrara ku hatiye bidestxistin 132 hezar û 257 kes hatin binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir