Di agirê derket de 170 dolim genim şewitî

Li Qosera navçeya Mêrdînê di zevîyê genim de şewat derket. Di encama derketina şewatê de 170 dolim genim şewitî.

Li gundê Zoravaya Qosera navçeya Mêrdîn di zevîyê muxtar Bedî Deger de ji ber sedemeke ne dîyar şewat derket. Di encama derketina şewatê de 170 dolim genim şewitî.

Xweyê zevî Muxtar Deger, îfade kir ku hayawî ji derketina agir çênebûye. Piştî derketina agir bi agahdarkirina gel ew ji agir hayîdar bû ye.

Deger di dawîya axavtina xwe de wiha got: “Saet di 14.00an de ji min re xeber hat ku di zevîyê min de şewat derketîye. Dema em çûn agir bi bandora bayê mezintir dibû. Paşê ekîbên agirkujîyê û gundîyên derdorê bi terextorên xwe ji bo tefandina agir xebitîn û cehd û xeyret kirin. Mala Xwedê ava berî agir bighêje erdekî din agir hat tefandin. Di encama derketina şewatê de 170 dolim zevîyê min tev şewitî û 20 dolim jî di dema tefandina agirde li ber niga çû û heba bû.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû