Di cinayeta Kaşikçi de dozgerê Siûdîderbarê 5 kesan de îdam xwast

Dozgerê Siûdî di bergeha lêpirsîna Rojnameger Cemal Kaşikçi de ji 5 kesan re cezaya îdamê xwest.

Hat ragihandin dozgerê Siûdî di bergeha lêpirsîna Rojnameger Cemal Kaşikçiyê ku li Balyozxaneya Siûdî ya li Stenbolê hat kuştin de ji 5 kesan re cezaya îdamê xwest. Her wisa derbarê Kahtanîyê ku şewirmendê Prens Selmanî de jî lêpirsîn hat destpêkirin û derketina wî ya derveyî welêt hat qedexekirin.

Di daxuyanîya ku derbarê mijarê hat belavkirin de hat diyarkirin Kahtanî bi wê ekîba ku cînayetê kiriye re hevdîtin kiriye û  dû re wiha hat gotin “Me ew hevkarê mehelî yê ku ceseda Kaşikçi teslîm standiye tespît kir. Talîmata cînayetê ji teref wî kesê ku li ser serê tîmê ye ve hatiye dayîn. Yek ji wan şikdaran kamereyên li konsulxanê xera kiriye û ceseda Kaşikçi hatiye parçekirin û ji konsulxanê hatiye derxistin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû