Di doza mamosteya ku di êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest da qerar derket

Li Hezoya navçeya Êlihê di doza mamosteya ku di êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest da qerar derket. Di dozê de ji 5 kesan re her yek 18 sal ceza hat dayîn.

Hat ragihandin  li Hezoya navçeya Êlihê di doza mamosteya ku di êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest da qerar derket. Di dozê de ji 5 kesan re her yek 18 sal ceza hat dayîn.

Di êrîşa ku di sala 2017an de ji teref PKKyîyan ve li serokê şaredarîyê hatibû kirin mamosteya bi navê Aybuke Yalçin bûbû hedefa berikan û jiyana xwe ji dest dabû. Di bergeha lêpirsîna ku piştî bûyerê hat destpêkirin de 5 kesên bi navê M. Fîdan, M. Çelîk, N. Ekîncî, M. Ekîncî, L. Ekîncî hatin binçavkirin û li Mehkemeya Cezaya Giran a 3yemîn a Êlihê dest bi darizandina wan hat kirin.

Di encama darizandina ku hat kirin de ji 5 kesên ku hatibûn binçavkirin re ji her yekî re 18 sal ceza hat dayîn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir
Li Cizîrê zêr û pereyên biyanî yên qaçax hatin desteserkirin