Di êrîşên koalîsyona Siûdîde temamê ferdên malbatekê hatin qetilkirin

Di êrîşa asimî ya ku li Sanaya Yemenê hat kirin de temamê ferdên malbatekêşehîd bûn.

Hat ragihandin hêzên koalîsyonê yên ku Amerîka ji wan re pêşîvantîyê dike qetlîam û wehşetên xwe yên li Yemenê didomîne. Li gorî agahîyên ku herî dawî hatine wergirtin hêzên koalîsyonê vêcarî li Sanaya Yemenê êrîş birin li ser malekê.

Di encama êrîşa ku hat kirin de 4 zarok tevde 6 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ddi daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Yemenê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, di êrîşên asimanî yên ku li Sanayê li hember sîwîlan hatin kirin de zêdetirî 30 kesên sîwîl hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Midûrê Ofîsa Mafên Însanan a Yemenê jî derbarê mijarê de diyar kir xwedîyê xanî bi felç bû û aşpezek bû, ew digel xanim û zarokên xwe di bin enqazê de mirî hatin dîtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e