Psîkologa Klînîkî Sera Elbaşoğlu da zanîn ku nexasim nêzîkbûnên dê û bavan ên rexneker, tekûzparêz (mükemmeliyetçi) û serkeftin-bisebat (başarı odaklı) dikarin vê pêvajoyê tetik bikin. Elbaşoğlu derbarê têkiliya nexweşiyên xwarinê bi helwestên malbatê re û giringiya nêzîkbûna li hemberî nexweşan de daxuyaniyan da.
Helwestên dê û bavan ên rexneker û tekûzparêz dikarin nexweşiyên xwarinê tetik bikin!
Psîkologa Klînîkî Sera Elbaşoğlu anî ziman ku di geşedana nexweşiyên xwarinê de helwestên malbatê dikarin roleke girîng bileyîzin û wiha got: “Nexasim nêzîkbûnên dê û bavan ên serkeftin-bisebat, tekûzparêz û rexneker, hem dikarin nexweşiyên xwarinê tetik bikin û hem jî bandoreke neyînî li ser seyrê pêvajoya heyî bikin.”
Elbaşoğlu da xuyakirin ku di nav malbatê de li ser rûxsar, kîlo û xwarinê şiroveyên pir caran û rexneker tên kirin û wiha axivî: “Mijara berdewam a parêz (diyet), kêmkirina kîloyê û reftarên xwarinê, dikare zevî ji bo nexweşiyên xwarinê yên di zarok û ciwanan de amade bike. Bi heman şêweyî, helwestên mîna nirxandinên neyînî, nepesendkirin an jî rexnekirina li ser rûxsarê laşê zarok wekî faktorekî rîskê derdikeve pêş.”
Anoreksiya bi sînorkirin û kontrolê, bulîmiya jî bi xwarina zêde û reftarên telafîkirinê tê naskirin!
Psîkologa Klînîkî Sera Elbaşoğlu da zanîn ku di nav nexweşiyên xwarinê yên navborî de Anoreksiya Nervoza û Bulîmiya Nervoza derdikevin pêş û wiha got: “Anoreksiya Nervoza bi bingehîn bi sînorkirina xwarinê û reftarên kontrolê yên zêde tê naskirin. Bulîmiya Nervoza jî piştî qeyranên xwarina zêde û tije, bi vereşîn an jî reftarên telafîker berdewam dike.”
Elbaşoğlu anî ziman ku di hin rewşan de ev herdû tablo bi hev re tên dîtin an jî di nav demê de yek diguhere bo ya din, û ev tişt gotin:
“Di warê psîkolojîk de di anoreksiya nervozayê de kontrolkarî, tekûzparêzî, înkar û daxwaza bêqisurbûnê li pêş in. Mirov mêldar e ku laş û reftarên xwe yên xwarinê bi rengekî tund kontrol bike. Di bulîmiya nervozayê de demafretî, zehmetiya birêvebirina hestan, windakirina kontrolê û hesta şermê ya giran hîn diyartir in. Piştî qeyranên xwarinê, bi gelemperî poşmanî û hesta sûcdariyê tên.”
Psîkologa Klînîkî Sera Elbaşoğlu da zanîn ku nexasim nêzîkbûnên dê û bavan ên rexneker (eleştirel), tekûzparêz (mükemmeliyetçi) û serkeftin-bisebat (başarı odaklı) dikarin vê pêvajoyê tetik bikin. Elbaşoğlu derbarê têkiliya nexweşiyên xwarinê bi helwestên malbatê re û giringiya nêzîkbûna li hemberî nexweşan de daxuyaniyan da.
“Reftara xwarinê û kontrola laş dikare bi nasnameya mirov re bibe yek!”
Psîkologa Klînîkî Sera Elbaşoğlu bal kişand ser ku nexasim di nexweşên anoreksiya nervozayê de qebûlnnekirina nexweşiyê rewşeke pir berbelav e û wiha got: “Di van kesan de mekanîzmayeke bihêz a înkarê û avaniyeke ego-sîntonîk (lihevhatî bi egoyê re) heye; ango reftara xwarinê û kontrola laş bi nasnameya mirov re dibe yek. Mirov dikare baweriyeke wekî ‘heta ku ez bikaribim laşê xwe kontrol bikim, ez bi nirx im’ pêş bixe. Ji ber vê yekê têgihîştina nexweşiyê lawaz dibe û pêvajoya tedawiyê bi berxwedaneke zêdetir pêş de diçe.”
Elbaşoğlu destnîşan kir ku di nêzîkbûna li hemberî kesên bi nexweşiya xwarinê re, dûrketina ji zimanê rexneker û dadbar xwedî giringiyeke mezin e û gotinên xwe wiha bi dawî kir:
“Şiroveyên li ser rûxsarê laş ên wekî ‘tû pir lawaz bûyî’, ‘te pir kîlo girtine’ yên ku rasterast arasteyî van kesan tên kirin an jî îfadeyên bi zext ên ji bo xwarinê, dikarin bandoreke neyînî li pêvajoyê bikin. Li şûna vê, divê şêwazekî ragihandinê yê piştgir, fêmker û bêtuhmetbar were pejirandin. Ji ber ku pirsgirêkên ragihandinê yên di nav malbatê de jî beşekî giring ê nexweşiyên xwarinê ne, pêdivî ye ku di pêvajoya tedawiyê de ev qad jî were destgirtin.”