Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû

Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû

Li navçeya Elkê (Beytüşşebap) ya Şirnexê, ji bo dîtina xortê 27 salî yê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê û li ber avê çû, xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.

Li navçeya Elkê (Beytüşşebap), xortê 27 salî yê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê û li ber avê çû, winda bû.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, E.S. (27) ê ku tevî hevalên xwe ji bo pîknîkê çûbû herêma Komato ya gundê Kevirê Spî (Taşarası), dema li Çemê Xabûrê masiyan digirt û tora serpê diavêt avê, hevsengiya (balansa) xwe winda kir û li ber avê çû.

Hevalên wî yên ku bi rewşê hesiyan, agahî dan Navenda Banga Lezgîn a 112an û li ser vê yekê tîmên cendirme, tenduristiyê û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên peywendîdar sewqî herêmê hatin kirin.

Di lêgerînên ku ji aliyê AFAD û tîmên daxwêr (dalgıç) ên îtfaîyeya Cizîrê ve di nava rojê de li Çemê Xabûrê yê ku herikîna (debî) wî bilind e hatin kirin de tu encam nehat girtin; hate hînkirin ku dê sibê serê sibehê lêgerîn berdewam bike.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.