Di lêpirsîna Adnan Oktar de 7 kes hatin girtin

Ji 15 kesên ku berî niha di bergeha lêpirsîna Adnan Oktar de hatibûn binçavkirin tevde 7 kes hatin girtin.

Hat ragihandin ji 15 kesên ku berî niha di bergeha lêpirsîna Rêxistin Sûcê ya Adnan Oktar de hatibûn binçavkirin tevde 7 kes hatin girtin.

Di bergeha lêpirsîna Serdozgerîya Komare ya Stenbolê  ya ku berî vê çend rojan hatibû destpêkirin de derbarê 33 kesan de qerara binçavîyê hatibû dayîn ku ji van kesên şikdar  tevde 17 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 17 kesên ku hatibûn binçavkirin 2 kes hatin berdan û 15 kes jî hatin sewqkirin mehkemê.

15 kesên şikdar ên ku hatin sewqkirin mehkemê 7 kes hatin girtin û 8 kesên ku Kenan Oktarê kekê Adnan Oktarî jî di nav de bû  bi şerta kontrola edlî hatin berdan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû