Di mizgeftê de êrîş li mela hat kirin

Li Êlihê şexsê ku ji gelek sûcan sabiqa wî heye û serbestîya kontrolkirî hatibû berdan, digel komek hevalê xwe êrîşî melayê mizgetê kirin.

Li Heskîfa Êlihê şexsê ku ji gelek sûcan sabiqa wî heye û serbestîya kontrolkirî hatibû berdan, digel komek hevalê xwe êrîşî melayê mizgetê kirin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kesê bi navê F.K. yê ku ji gelek sûcên mîna tiryakê sabiqa wî hebû û serbestîya kontrolkirî hatibû berdan divîyabû her roj biçe Mizgefta Îmam Abdullah a  li wargeha nû ya Heskîfê û îmzeya xwe bavêje. Lê belê F.K. ji ber ku her roj neçû îmzê derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.

F.K.yê ku derbarê wî lêpirsîn hat destpêkirin doh êvarî derdora seat heşt û nîvan de  digel hevalên xwe  çû camîyê û di camîyê li melayê  camîyê yê bi navê A.Î. xist û ew darb kirin.

Di êrîşa ku hat kirin de pozê melayê bi navê A.î. şikest. Mela çû nexweşxanê û raporê stand û dû re derbarê êrîşkaran de gilîdar bû.

Hat diyarkirin kesê ku êrîşî mela kir hat girtin û hat birin girtîgehê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da