Di nav amûrên malê de 384 kîlo eroîn hat bidestxistin

Di operasyona ku li Wanê ji teref polêsan ve hat lidarxsitin de di nav amûrên malê detev de 384 kîlo eroîn hat bidestxistin.

Hat ragihandin li Wanê li dijî tacirên tiryakê operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonê de di 384 kîlo û 594 gram eroînê ku di nava amûrên malê de hatibû veşartin hat bidestxistin. Hat diyarkirin dihat xwestin ku eroîn bê şandin Stenbolê.

Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Bajêra Wanê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin polêsan li Tuşbaya Wanê di ser navenda neqilkirinê ya kargoyê de girtin, di encama serdegirtinê de 384 kîlo û 594 gram eroînê ku di nava amûrên malê de hatibû veşartin hat bidestxistin û kesê bi navê F.T. hat binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn