Di Newrozê de dê Stratêjiya Reformê li Kurdistanê bê ragihandin

Lijneya Lipeyçûnê ya ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatî avakirin, kar û xebatên xwe ji raya giştî re aşkere kir.

Lijneya Lipeyçûna Projeya Reformê ya ku berî salekê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatibû avakirin, der barê kar û xebatê xwe de daxuyaniyek da raya giştî. Rapora Lijneyê ku gihişte Avestakurd jî, balê dikişîne ser xebatên xwe ên 11 mehan. Li gor raporê, lêkolîn di warê; zevî, çandinî, pasewantî, berpirs û kesên wehmî, binpêkirina pîvanên zevî, qorixkirin, mafên mirov û pêştevaniya dadweriyê de li sê parêzgehên herêmê û Germiyan hatine kirin. Li gor raporê, 174 dosyayên gendeliyê hene, ji wan 110 bi dawî bûne der barê 53'ê kesan de lêpirsîn hatiye xwestin û hin ji wan radestî dadgehê hatine kirin. Ligel berdewamiya lêkolînê, li gor raporê dê di Newroza îsal de Stratêjiya Reformê li Kurdistanê bê ragihandin.

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Sêrtê di navbera du malbatan de pevçûn: 8 birîndar
Karwana Hêviyê rûyê zarokê hewcedar kenand
Dibe ku sedema êşa diranan ne ji ber dirana be
67 gumanbarî ameyî girtene
Kermeseke xêrê hat li dar xistin