Di operasyona li dijî Adnan Oktar û ekîba wî de hejmara binçavîyê derket 187an

Di operasyona li dijî Adnan Oktar û ekîba wî de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 187 kesan.

Li dijî Adnan Oktarê ku derdiket televîzyonan û li nirxên dînî henekê xwe dikir di 11dê Tîrmehê de li dijî wî û ekîba operasyon hatibû lidarxistin.

Di heqê Adnan Oktarê di mala xwe ya li Çengelkoy de hat binçavkirin de ji ber sûcên wek "Bi armanca sûc rêxistin avakirin”, “îstismarkirina zarokan”, “destdirêjî”, “destdirêjî ya li hemberî kesên ne aqlî balix”, “revandina zarokan” û “bi darê zorê girtin, destdirêjî, şantaj, mirov ji azadiyê bêpar hiştin, sîxûriya eskerî û siyasî”, “bi bawerî û hêstan xapandin û gelekên din" biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li gor agahîyên hatin wergirtin di çarçoveya operasyona li dijî Oktar û ekîba wî de kesekî rêvebirê fîrmaya tekstîlan M.A.U ji hat binçavkirin.

Bi vî awayî di operasyona li dijî Oktar û ekîba wî de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 187 kesan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir