Di pevçûna ku ji ber avdanê derket de 3 bira hatin kuştin

Li Rihayê di pevçûna ku di navbera du malbatan de ji ber avdanê derket de ji heman malbatê 3 bira bi çekan hatin kuştin.

Hata ragihandin li Pirsûsa navçeya Rihayê di pevçûna ku di navbera du malbatan de ji ber avdanê derket de ji heman malbatê 3 bira bi çekan hatin kuştin û kesek jî giran birîndar bûn.

Bûyer li gund û gundikên bi navê Hayokxan û Golcuka Pirsûsê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergritin ji ber meseleya avdana zevîyan di navbera malbatên Bogaakça û Toraman de nîqaş derket. Nîqaşa ku dest pê kir piştî demekê bû pevçûn û di pevçûnê de çek hatin bikaranîn.

Di encama bikaranîna çekan de ji heman malbatê 3 birayên bi navê Ahmet, Salih û Murat Bogaakça hatin kuştin û kesekî bi navê Adil Bogaakça jî giran birîndar bûn.

Piştî ku bûyer rû da re yekîneyên cendirmeyan li gund û derdora nexweşxanê tedbîrên ewlehîyê standin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e