Di qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 7 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin di qezaya ku li Rihayê pêk hatibû û tê de 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn de 3 kesên din ên ku birîndar bûbûn jî jiyana xwe ji dest dan.

Qezaya ku berî vê çend rojan li Rihayê pêk bû sedema mirina malbateke bi 7 nefs. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 16 F 9966 a ku ajokarê wê Vedat Îlgîn bû ji ber ku TIRek rê lê teng kir qeza kir û kete nava ava kevîya rê. Di qezaya ku pêk hatibû de 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 3 kes jî birîndar bûbûn. Kesên birîndar hatibûn rakirin nexweşxanê.

Digel temamê mudaxeleyan berî vê 2 rojan kesek û doh jî 2 kesên din ênm ku ji heman malbatê bûn û di hemana qezayê de birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir