Di sala 2018an de li Sûrîyê 20 hezar kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan

Ji teref SOHRê ve hat destnîşankirin “Di sala 2018an de li Sûrîyê 20 hezar kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.”

Ji ber pevçûnên ku ji sala 2011an vir ve li Sûrîyê berdewam dikin her ku diçe hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin û ji welatên xwe koç dikin zêde dibe.

Ji teref Çavdêrxaneya Mafên Însanan a Sûrîyê ya ku navenda wê li Îngîlterê ye ve derbarê mijarê de raportek hat weşandin. Di raportê de cih hat dayîn hejmara kesên siwîl ên ku di sala 2018an de li Sûrîyê jiyana xwe ji dest dane.

Di raportê de hat diyarkirin  ji sala 2011an vir ve herî kêm mirin di sala 2018an de pêk hatine. Li gor raportê di sala 2018an de li Sûrîyê ji ber pevçûn û êrîşên ku hatin kirin 20 hezar kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daneyên ku ji teref rayedarên çavdêrxanê ve hatine belavkirin ji van 20 hezar kesan tevde 1500 kes zarokên temen biçûk in.

Li gor SOHRê ji 2011an vir ve tevde 360 hezar kes ji ber şer jiyana xwe ji dest dan û herî zêde di sala 2014an de însan hatin kuştin ku hejmara wan jî 76 hezar kes bû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû
Li kitêbxaneyên Amedê erzaniya Remezanê