Di teqîna xeta neftê ya li Meksîkayê de hejmara mirîyan derket 85an

Di teqîna xeta neftê ya ku li Meksîkayê di dema dizîyê de pêk hat hejmara mirîyan derket 85an.

 Hat ragihandin di teqîna xeta neftê ya li Meksîkayê de hejmara kesên ku mirin derket 85an.

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Tenduristîyê yê Meksîkayê Jorge Alcocer ve daxuyanî da. Alcocer di daxuyanîya ku da de destnîşan kir hejmara kesên ku ji ber teqîna xetas neftê jiyana xwe ji dest dan derket 85an.

Allocer di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir 58 kes din ên ku ji ber teqînê birîndar bûbûn jî hatin rakirin nexweşxanê.

Serdozger Alejandro Gertz destnîşan kir ew ê kesên ku ji teqînê re bûne sedem bên qefaltin.

Piştî ku dizan di xeta neftê de qul vekiribûn re nefta di xetê de herikîbû derdorê û 800 kes ji bo ji xwe re neftê berhev bikin hatin cihê hewadisê ku piştî demekê teqîn pêk hatibû.

Li Meksîkayê dizên sotemenîyê her sal dibin sedema 3 milyar dolar zirarê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin