Di xwepêşanên Meşa Vegerê ya Mezin de 277 Filistînî şehîd bûn

Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve hatine belavkirin di xwepêşanên Meşa Vegerê ya Mezin de 50 jê zarok 277 Filistînî şehîd bûn.

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve derbarê Filistînîyên ku di xwepêşanên Meşa Vegerê ya Mezin ên ku ji 31ê Adara sala 2018an dest pê kirin û heta îro berdewam kirin de şehîd bûn de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji roja ku xwepêşan dest pê kiriye heta îro di êrîşên siyonîstan de 50 jê zarok 277  kes hatin şehîdkirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê hejmara birîndaran de hat diyarkirin di êrîşên ku ji teref siyonîstan ve hatin kirin de 30 hezar û 369 kes birîndar bûn ku 3 hezar û 175ê wan zarok û hezar û 8ê wan jî pîrek in.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin