Dikandarê ku ceyrana wî hat qutkirin DEDAŞê protesto kir

Li Silopîya navçeya Şirnexê dikandara ku ceyrana kargeha wî qufle li dikana xwe da û DEDAŞê protesto kir.

Mihemed Kayayê ku li Silopîya Şirnexê ev 13 sal in dikandar e bêyî ku hincetek jê re bê nîşandan ji teref ekîbên DEDAŞê ve ceyrana dikana wî hat qutkirin. Ji ber ku ceyrana dikana wî hat qutkirin welatîyê bi navê Mihemed qufle li derîyê dikana xwe da û DEDAŞê protesto kir.

Mihemed Kayayê ku ev 2 roj in ceyrana dikana wî hatiye qutkirin ji bo balan bikşîne li ser mexdûrîyeta xwe  li ser dikana  wisa nivîsî: “ DEDAŞê bi neheqî û bêqanûnî ceyrana dikana min qut kir. Ez jî vê yekê protesto dikim û dikana xwe venakim.”

Dikandar û welatîyên ku ji bûyerê bûn şahid destek dan dikandarê bi  navê Mihemed.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin