Komkujiya Misilmanên Myanmarî tê kirin, didome û roj bi roj girantir dibe. Lê dinya bêdeng e.
Teşkîlata Efuyê ya Navnetewî wiha rapor weşand ”Li Myanmarê pêvçûn tune ye, lê Musluman têne qetilkirin.” Teşkîlata Efuyê Navnetewî, derbarê komkujiya Muslumanan de agahiyeke wiha da “Ev hadîse, di navbera civakên dînî de pêk hat. Lê Muslumanên Rohingi zirarê dibinin. Tevî vê mexduriyetê jî, musluman tenê tên desteser kirin.”
Serê meha Hezîranê, êrîşên Budistên har, li muslumanan dest pê kiribû. Niha jî roj bi roj zede û giran dibe, belavî bajarên din jî dibe.
Dinya û hemî sazî û teşkîlatên navnetewî, li ser qetlîama muslumanên Myanmarê, kerr û korbûniya xwe didomînin.
Îranê gazî Dewletên Yekbuyî kir feqet teşkîlata dewletên Yekbuyî ji bo parastina heqên muslumana nehatiye ava kirin. Eger li deverekê musluman li hinek deveran zora fille û cihûdan bibe, ewçax dikeve dewrê ji bo ku şer û mucadela muslumana bide sekinandin. Mîna şer û herba li Bosna Hersekê. (Ferman Çiyayî/ Bangaheq)