Gîna Haspela navê wê bi îşkenca dihat behs kirin hat ser saziya herî mezin ya Emerîka a Teşkilata Agahdariyê ya Navendî (CIA). Bi vê yekê Haspel bû pîreka ewil ya tê serê CIAyê.
Hespelê, daxuyanîyek nivîskî weşand û îfade kir ew di demeke kirîtîk de hatîye serê CIAyê û wiha got: “Lazime xebatkarên CIAyê eleqeyek mezin nîşanî wezîfa xwe bikin û ji her wextî zêdetir ji bo ewlekarîya gelê Emerîka û bi hêzkirina polîtîkayên Emerîka bixebitin. Gelê Emerîka dikarin bawerîya xwe bînin û ji qerar û baldarbûna me emîn bin.”
Gîna Haspel di 1ê Cotmeha 1956an de hatibû dinê di sala 1985an de beşdarî Teşkilata Agahdariyê ya Navendî (CIA) ya Emerîka bû. Di 1ê Sibata 2017an de ji teref Serokê Emerîka Doland Trûmp ve wek Alîkara Dîrektorê CIAyê hatibû wezîfedarkirin.
Piştî Serokê Emerîka Doland Trûmp di 20tê Çileya 2017an de hat ser wezîfê Mîke Pompeo hanîbû serê CIAyê. Dema Pompeo ekîba xwe damezrand ji bo alîkarîya Serokanîyê Gîna Haspel anîbû ser wezîfê.
Piştî Mîke Pompeo ji Senatoya Emerîka destûr girt û dest bi wezîfê kir Gîne Haspel bi wekalet dest bi wezîfê kir. Navê Haspelê bi îşkenceyên di 11 Îlonê de hatibû kirin hatibû rojevê.
Berya Haspel bibe Alîkara Seroka CIAyê li Taylandê rêvebertîya hepsên CIAyê dikir. Haspel, li Taylandê navê wê bi gelek bûyerên îşkenceyê hatibû rojevê.
Ji ber ku berya niha navê Haspelê li gelek deverên dinyayê bi îşkenceyan hatibû rojeve û piştî wan teva wezîfedarkina wê ya bi vê wezîfê bû sedema pertekan. (ÎLKHA)