Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê leşkerîya mecbûrî û ya bi berdêl de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Yilmaz di nirxandina ku kir de destnîşan kir “Divê wek hemû tiştî leşkerî jî bê derxistin asta profesyonelîyê.”
“Hêj bi çavê ‘xwedîyê esil a vî memleketî leşker e’ li leşkeran tê mêzekirin”
Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê heqê leşkerîya bi berdêl bibe 10 hezar û emir jî bibe 20 sal. Yilmaz dû re derbarê leşkerîya mecbûrî de jî wisa got: “Hêj bi çavê ‘xwedîyê esil a vî memleketî leşker e’ li leşkeran tê mêzekirin. Madem digel 16ê Nîsan û 24ê Hezîranê pergal hat guherandin, bila leşkerîya mecbûrî ya ku niçikê wesayîta leşkerîyê ye jî bê rakirin.”
ÎLKHA