Divê meriv hifza xwe ji wan fikrên ku yekîtîya Qur’an û sunnetêneparêzin bikin

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaşdestnîşan kir divê meriv hifza xwe ji wan fikrên ku yekîtîya Qur’an û sunnetêneparêzin bikin.

Prof. Dr. Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê  di axavtina xwe ya ku li Civîna Meclîsa Fetwayê ya Avrasyayê ya 3emîn kir de destnîşan kir “Divê meriv hifza xwe ji wan fikrên ku yekîtîya Qur’an û sunnetê  neparêzin bikin.”

Civîna Meclîsa Fetwayê ya Avrasyayê ya 3emîn di mazûvantîya Sazîua Bilind a Karên Diyanetê de li Sêtenbolê civîya. Prof. Dr. Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê   jî beşdarî civînê bû û di civînê de axavtinek kir.

Erbaş di axavtina xwe de balan kişand li ser ehemîyeta sunneta Hz. Pêxember û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hin kes hene ku qedr û qiymetê nadin cihê ehemîyeta sunnetê  ya di dîn de û yekîytîya  Qur’an û sunnetê piştguh dikin, dikevin nava nîqaşên bêfêde û zihnên neslên ciwan û  ummetê meşxûl dikin ku divê meriv hifza xwe ji van kesên ku hîkmet û maslahatê  davêjin paş û dikevin nav nîqaşan bikin.”

Erbaş di berdewama axavtina xwe balan kişand li ser erk û wezîfeya aliman û diyar kir “Bi şikleke dirist û baş fêmkirina Qur’ana Kerîm û sunnetê û şîrovekirina wan wezîfeya aliman e.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir