Divê perwerdehîya Qur’ana Kerîm heta mirinê berdewam bike

Xwendenkarên ku beşdarî kursên Qur’ana Kerîm dibin diyar dikin ku ew gelekî bextewar û şad in ku Qur’anê hîn dibin û hînker jî destnîşan dikin ku divê perwerdehîya Qur’ana Kerîm heta mirinê berdewam bike.

Kursên Qur’ana Kerîm ên ku berî vê du mehan dest pê kirin ew ê piştî heftîyekê bi dawî bibin. Xwendekarên ku li Midyada Mêrdînê beşdarî kursên Qur’ana Kerîm dibin diyar dikin ji ber ku ew beşdarî Qur’ana Kerîm û ilmên Îslamî hîn dibin gelekî zêde kêfxweş  û bextewar in.

Îmamxatîbê Mizgefta Evdilqadir Şîmşek a Navendê Cevad Turgut derbarê mijarê de diyar kir ew di naveyna 50 rojan de di warê perwerdehîya zarokan de gelekî baş pêşve çûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê perwerdehîya Qur’ana Kerîm heta mirinê berdewam bike.Ger em li zarokan xwedî derneyên dê hinek kesên din li wan xwedî derkevin. Divê malbat di warê perwerdehî û exlawa zarokên xwe de bi dîqqet bin û wan bo dahatûyê perwerde bikin.”

Xwendekarên ku bo Qur’ana Kerîm hîn bibin tên mizgeftê jî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe û her wisa kêfxweşî û şahîyên xwe wisa anîn zimên:

Hasîp Akay:  Divê temamê zarokan bên mizgeftê û dînê xwe hîn bibin.

Muhammed Çîçek: Ez dixwazim ku perwerdehîya Qur’ana Kerîm berdewam bike. Em li vê derê tiştên baş hîn dibin.

Burak Dagdelen: Piştî kursa Qur’ana Kerîm xelas bû re, ez ê perwerdehîya ya Qur’anê bidomînin.

Polat Akpinar: Xwendina Qur’ana Kerîm hesteke pir xweş e.

Abdurrahman Bîlîk: Dema ku qala exlaqa Qur’anê tê kirin, Pêxemberê me Hz. Muhammed tê bîra mirov.”

 Gulsum Akbulut: divê kursên Qur’anê di wextê mekteban de jî hebin û perwerdehî bê dayîn.

Sefanur Akyuz: Ez bo wan daxwazên ku Rebbê min ji min xwestiye tetbîq bikim hatim camîyê.

İLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû