​Diyarbekirî: Gelek kêmasîyên parkan hene

Welatîyên ku derbarê kêmasîyên parkên heyî yên Diyarbekirê de axivîn diyar kirin li parkan kêmasîyên mîna destşo, cihê mijandina pitikan, cihê destnimêj û nimêjê heye.

Li Diyarbekira ku bajarekî mezin ên ji bajarên Kurdan e gelek parkên ku xelk ji bo ger û bêhnvanê de diçine hene; lê belê ev parkên ku di bin îdareya Şaredarîya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê ji ber ku hinek kêmasî li wan hene welatî teleb dikin ku ev kêmasîyên mîna cihê destşo, cihê mijandina pitikan, cihê destnimêj û nimêjê bên başkirin da ku ew dema ku çûn parkan zehmetîyê nekşînin.

Welatîyên ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn û kêmasîyên parkan anîn zimên destîşan kirin ev kêmasî li Diyarbekira xelkê wê Misliman e û bajarê sehabîyan e, nayê.

Welatîyên ku derbarê mijarê de axivîn hest û ramanên xwe û daxwazên xwe yên derbarê kêmasîyên li parkan de wiha anîn zimên:

Omer Aladag: “Dema ku dayik, xuşk û bûkên me tên parkê ji bo destavê û mijandina pitikan xwe vedişêrin an jî mecbûr dimînin vegerin mala xwe; ger li vê parkê ev yek hatiba çêkirin ew ê çima ev qas zehmetîyê kişandibana. Ji bo nimêjê cihekî biçûk bi xwe jî nîne.”

Fethî Uçurum:  “Divê li van parkan cihê destavê û mijandina zarokan hebe.”

Nîzamettîn Kozan: “ Niha ez bi destnimêj im û divê nimêja xwe bikim; lê ez çavê xwe li parkê digerînim û cihê nimêjê nabînim.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir