Diyarbekirî ji bo terawîha ewil berê xwe dan mizgeftan

Diyarabekirîyên ku ji bo terawîha ewil a remezana îsal berê xwe da mizgeftan destnîşan kirin ji ber ku ew gihaştine vê meha mibarek gelek zêde bextewarû şad in.

Gelê Diyarbekirê ji bo ku terawîha ewil a meha remezana ku meha rehmet û bereketê ye eda bikin berê xwe dan mizgeftan. Diyarbekirîyên ku bi dengê azana şerîf hatin Mizgefta Mezin a Diyarbekirê piştî ku nimêja eşayê eda kirin re dest bi terewîhan kirin.

Welatîyên ku hatin mizgeftê û îbadetên xwe û nimêja xwe ya terawîhan kirin derbarê girîngîya rojê de wiha axivîn:

Ekrem Taş: Divê hemû kes manewîyeta meha remezanê hîs bike. Ez bi vê şewqê ew qas rê hatim. Divê ummet bibe yek.

Salih Kaya: Xweda bike nesîp ku em di vê mehê pak û tahir bibin.

Muhammed Îbrahîm Boru: Ez ê dia bikim da ku Xweda ji temamê Mislimanan re bibe alîkar. Ji ber ku Xweda ji me re ferman kiriye em îbadet dikin. 11 mehan me xwar û vexwar û niha jî me ê rojîyê bigirin.”

Mehmet Çakir: Hemd ji Xweda re be kir nesîbê me em bigihijin vê remezanê. Nêzî 11 mehan bedena me xurak distand; lê belê ew ê di vê meha remezanê de rûhê me xurekê bistîne. Hemd ji Xweda re em bi vê yekê zêdetir nêzî Wî dibin. Ev yek lutfekî mezin a Xwedê ye. Em ê heta ji destên me bê îbadetên xwe bikin û rojîya xwe bigirin.”

Kiymet Akdemîr: Bila ev remezan bibe wesîle ku aramî, hizûr, bextewarî li welatên Îslamî hakim bibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin